Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya

img
NAVENDA NÛÇEYAN- Di tevahiya salê de, Kurd û hevalbendên wan, li Ewropayê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li ser pêyan bûn. Gelek rewşenbîr û nivîskar ên xwedî Xelata Nobelê jî di nav de, ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin.
 
Têkoşîna li welatên Ewropayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî îsal bênavber berdewam kir. Rojeva Kurdan û hevalbendên wan kampanyaya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka kurd" bû ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hatibû destpêkirin û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdulla Ocalan a 27'ê Sibatê bû. Bi sedan çalakiyên ku di çarçoveya van rojevan de hatin lidarxistin, bi mîlyonan kes anîn cem hev.
 
ÇALAKIYA CINEVÊ DI SALA 4'EMÎN DE YE
 
Çalakiya ku di 25'ê Çileya 2021'ê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dest pê kir û her Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinevê ya Swîsreyê hat lidarxistin, di tevahiya salê de berdewam kir. Beşdarên ji derdorên cuda daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan kirin û êrişên li ser Kurdan, bi taybetî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, protesto kirin.
 
NOBETA AZADIYÊ
 
Nobeda Azadiyê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li Strasbourg a Fransayê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan de dest pê kir, îsal jî berdewam kir. Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn bi komî beşdarî çalakiyê bûn.
 
KESÊN LI PARÎSÊ HATIN QETILKIRIN HATIN BIBÎRANÎN
 
Di 11'ê Çileyê de, li Parîsê, paytexta Fransayê, bi pêşengiya TJK-E'yê de, ji bo Sakine Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di sala 2013'an de hatin qetilkirin û Emine Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'yan de hatin qetilkirin meşek hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes li Qada Gare du Nordê kom bûn û ber bi meydana Republique ve meşiyan. Ev peyama hat dayîn: "Em ê bi meşa li pişt Abdullah Ocalan encamê bigirin."
 
JI BO TIŞRÎNÊ ÇALAKÎ
 
Di 17'ê Çileyê de, êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li dijî kesên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê nobedê li dar dixistin, li bajarên Fransa û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin pêşwazîkirin.
 
MEŞA DIRÊJ A 26 ROJAN
 
Di 21'ê Çileyê de, di çarçoveya kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023y'an de hatibû destpêkirin de, "meşeke dirêj" hat lidarxistin. Meşa ku 26 rojan dom kir, 26 nûner ji 26 bajaran beşdar bûn ku sembola tecrîda 26 salan a Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê bû. Meş bi têkiliyên dîplomatîk li Lorient a Fransayê dest pê kir û di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ye, bi mîtîngekê bi dawî bû. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.
 
NAME JI BI KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Di 21'ê Çileyê de, Canditat d'Unitat Popular-Defensem la Terra (Yekîtiya Gel-Em Axa Xwe Biparêzin), tevgereke siyasî ya çalak li Katalonyayê ku komeke parlamentoyê heye û EHBildu (Yekîtiya ji bo Welatê Baskê) ku yek ji tevgerên siyasî yên herî bibandor li Welatê Baskê ye, nameyek ji Xavier Bettel, Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û endamên komîteyê re şandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.
 
Di 29'ê Çileyê de, 66 kesan, di nav de akademîsyen, rojnamevan, parlamenter, parêzer, nivîskar, sendîkavan, karsaz û çalakvanên mafên mirovan, hemû endamên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê li Brîtanyayê, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran Xavier Bettel re nivîsandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.
 
Di 10'ê Sibatê de, 115 kesan li Almanyayê ji Serokê Komîteyê Xavier Bettel re nivîsandin û daxwaza serbestberdana Abdullah Ocalan kirin.
 
Di 20'ê Sibatê de, 56 kesên Îtalî û 26 rêxistinan nameyek ji Xavier Bettel re şandin û jê xwestin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi berpirsiyarî tevbigere. 
 
ÇALAKIYA ENTERNASYONALÎST
 
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di 9'ê Sibatê de li Heilbronn a Almanya kom bûn û dest bi meşekê kirin. Meş li Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg û Freiburg im Breisgau berdewam kir û di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngekê bi dawî bû.
 
Di 13'ê Sibatê de, li ber Şaredariya Martigues a Fransayê meşeke sê rojî dest pê kir. Ev meş ku armanca wê protestokirina hewldana darbeya 15'ê Sibatê bû, ji bajarên derdorê gelek kes beşdar bûn. Di 15'ê Sibatê de li Strasbourgê bi mîtîngekê bi dawî bû.
 
PROTESTOYÊN 15'Ê SIBATÊ
 
Di salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan de, li ser banga Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê, girseyek li ber Dalston Junction li London, paytexta Îngilîstanê kom bû da ku mîtîng û meşekê li dar bixe. Di 15'ê Sibatê de li Bordeaux û Kopenhagenê jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Enternasyonalîst û saziyên demokratîk jî beşdarî van çalakiyan bûn. Pankartên bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan, Statu ji bo Kurdistanê" hatin vekirin. Ya herî balkêş ji çalakiyên 15'ê Sibatê mîtînga li Strasbourgê bû ku bi "Meşa Dirêj" a 26 rojî hat lidarxistin. 
 
BANDORÊN BANGA 27'Ê SIBATÊ
 
Banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê li Tirkiye û Kurdistanê û her wiha li hemû welatên Ewropayê dengekî mezin veda. Hevserokê Partiya Çep a Alman (Die Linke) Jan van Aken bang li hikûmeta Almanyayê kir ku gavên berbiçav bavêje da ku piştgiriyê bide aştiyê li Tirkiyeyê û got ku azadiya Abdullah Ocalan jî di nav de banga gavên bebriçav kir. 
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got: "Em vê pêşketina girîng pêşwazî dikin. Ew tîrêjeke hêviyê ye ku dikare bibe sedema çareserkirina pevçûneke demdirêj."
 
Raportorê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Tirkiyeyê, Nacho Sanchez Amor, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan xala destpêkê ya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd.
 
Komek ji endamên Parlamentoya Ewropayê, di daxuyaniya "Banga Piştgiriya Aştî û Demokrasiyê li Tirkiyeyê" de, got: "Tiştê ku niha divê were kirin ev e ku şert û mercên siyasî û qanûnî ji bo ku aştî û demokrasî bibin rastî werin afirandin."
 
Parlamentera Partiya Keskan a Awustralyayê Cate Faehrmann, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Parlamentoya Eyaleta New South Wales (NSW) anî rojevê û piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî nîşan da.
 
Fîlozofê navdar ê cîhanê Slavoj Zizek, di gotareke xwe de got: "Girêdayî hikûmeta Tirk e ku wê çi ji fesixkirina PKK'ê derkeve. Gelo wê vê pêşniyazê bi jesteke jidil hembêz bike? Di vê mijarê de pêdivî bi zexteke navneteweyî ya bihêz li ser Tirkiyeyê heye û erkê me ye ku em beşdarî vê zextê bibin."
 
PÊŞNIYAZA JI BO XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ
 
4'ê Adarê: Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana mafên mirovan Jody Williamsê diyar kir ku hewldanên Abdullah Ocalan ji bo aştiyê îlhambexş in û ew dikare bibe namzetê Xelata Aştiyê ya Nobelê.
 
14'ê Adarê: Bajarê Bologna yê Îtalyayê biryar da ku hemwelatîbûna rûmetê bide Abdullah Ocalan. Sertîfîkaya hemwelatîbûna rûmetê di 14'ê Nîsanê de pêşkêşî Omer Ocalan, Parlamenterê Parlamentoya Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) hat kirin.
 
LI EWROPAYÊ LI 100 NAVENDÎ PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ
 
Li Ewropayê, pîrozbahiyên Newrozê li herî kêm 100 cihan, bi giranî li Îtalya, Almanya, Fransa, Swîsre û Îngilîstanê, bi dirûşmeyên "Rêbertiya azad, Kurdistana azad" û "Rêber Apo azad bikin, xwe ji nû ve birêxistin bikin" de hatin lidarxistin. Pîrozbahiya dawî ya Newrozê di 29'ê Adarê de li Frankfurta Almanyayê pêk hat. Bi sed hezaran kes beşdarî Cejna Newrozê ya Frankfurtê bûn ku ev yek ji pîrozbahiyên herî qerebalix ên salê bû.
 
JI JINAN ÇALAKIYÊN 4'Ê NÎSANÊ
 
Di çarçoveya pîrozbahiyên ji bo rojbûna Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de li Ewropayê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li Hannover a Almanyayê, bi pêşengiya jinên Kurd mîtîngek hat lidarxistin.
 
Di 10'ê Nîsanê de, li Berlîna paytexta Almanyayê, Kurd û alîgirên wan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan. Bi sedan kes li Berlînê li ber Deriyê Brandenburg kom bûn û ber bi avahiya Şansolyeyê ve meşiyan.
 
KONFERANSA NAVNETEWEYÎ YA LI ÎTALYAYÊ
 
Di 11'ê Nîsanê de, "Konferansa Navneteweyî ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Pirsgirêka Kurd" ku ji hêla zêdetirî 300 kesan ji welatên cuda ve hat piştgirîkirin, li paytexta Îtalyayê Romayê hat lidarxistin. Konferans ku ji hêla Konfederasyona Karkerên Îtalyayê (CGIL) ve hat lidarxistin, du rojan dom kir.
 
PIRTÛKA OCALAN LI SWÊDÎ HAT WERGERANDIN
 
Berga yekem a a pirtûka pênc bergan a Abdullah Ocalan, ku ji parastinên wî yên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk pêk tê, bi sernavê "Koka Şaristaniyê" li Swêdî hat wergerandin. Werger ji hêla Rojavakommittéerna (Komîteya Rojava) ve hat kirin û pirtûk di navbera 12-14'ê Nîsanê de li bajarên Swêdê Malmö û Stockholmê û bajarê Göteborg ê Almanyayê hat danasandin. Wergera Yewnanî ya pirtûka Abdullah Ocalan, "Sosyolojiya Azadiyê", jî li Atînayê hat nasandin.
 
DIYALOGÊN BI JIYANA AZAD RE
 
Di çarçoveya kampanyaya "azadiyê" de, TJK-E li gelek navendên Ewropayê bi dirûşmeya "Diyalog bi Rêbertiyê re û Jiyana Azad" çalakiyên curbicur li dar xistin. Çalakiyan di 3'yê Gulanê de bi meş, mîtîng û konên agahdariyê li gelek deverên Ewropayê dest pê kirin.
 
HEWLDANÊN YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Jinan di 27'ê Gulanê de damezrandina Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ragihandin. Înîsiyatîf ku ji partiyên Kurd, saziyên olî û baweriyê û rêxistinên jinan ên serbixwe pêk tê, di çarçoveya hewldanên yekîtiya neteweyî de xebatên xwe didomîne.
 
Di 24'ê Gulanê de, li Ludwigsburg a Almanyayê, bi pêşengiya ciwanan meşek hat lidarxistin û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. Girseya ku li ber Ludwigsburg Hauptbahnhof kom bû, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji bo Ocalan" hatin hilgirtin.
 
KAMPANYAYA 'EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM'
 
Di 5'ê Hezîranê de, Foruma Ewropayê ya Azadî û Aştiyê (EFFP) kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" da destpêkirin û daxwaza rakirina astengiyên ku rê li ber Ocalan digirin ku vîzyona xwe ya ji bo pêşerojê bi cîhanê re parve bike kir. Di çarçoveya kampanyayê de, gelek kesan serî li Wezareta Dadê, Girtîgeha Îmraliyê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinan kirin.
 
Di vê çarçoveyê de, di 10'ê Hezîranê de, Partiya BastA! ya Swîsreyê, bi meylên xwe yên ekolojîk, femînîst û sosyalîst, piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" ragihand. Sekretera Giştî ya Partiya BastA! Franziska Stier, li ser navê partiya xwe, beşdarî kampanyayê bû û daxwaza hevdîtinê bi Ocalan re bi nameyekê ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re ragihand.
 
ALAIN BADIOU NAMEYEK JI BO OCALAN ŞAND
 
Di 6'ê Hezîranê de, Alain Badiou, yek ji girîngtirîn fîlozofên ku bi helwesta xwe ya dijî şer tê nasîn, nameyek ji Abdullah Ocalan re şand. Di nameyê de ku bi Isabelle Vodoz re hat nivîsandin, Badiou tekezî li ser pabendbûna bêdawî ya Ocalan a bi edalet, azadî û rastiyê re kir û di heman demê de xwesteka xwe ya herî xurt ji bo vekirina rêyên ragihandinê anî ziman. Di nameyê de wiha hat gotin: "Di bin van şert û mercan de, xwesteka me ya herî xurt ew e ku rêyên ragihandinê yên we werin vekirin. Em heta dawiyê bi we re ne."
 
ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN
 
Di 12'ê Hezîranê de, li gelek bajarên Swîsreyê, bi banga CDK-S û YJK-S, li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe hatin şermezarkirin. Çalakiyên hevdem li Solothurn, Cenevre, Lozan, Basel, Winterthur û Bernê bal kişandin ser berdewamiya êrişan tevî peymana agirbestê ya PKK'ê û bang li civaka navneteweyî kirin ku "bi lezgînî mudaxile bike".
 
ÇALAKIYEKE GIRSEYÎ LI MARSEILLEYÊ
 
Di 28'ê Hezîranê de, li Qada Saint Charles li Marsîlya ya Fransayê, bi dirûşmeya "Serokatiya Azad û Kurdistana Azad" çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku enternasyonalîst jî di nav de bûn, ji bo azadiya Abdullah Ocalan û Kurdistaneke azad banga rêxistinbûnê hat kirin.
 
Di 13'ê Tîrmehê de, 100 jin, gelek çalakvanên navdar ji Arjantîn, Guatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Uruguay, Kolombiya, Meksîka, Paraguay, Honduras, Nîkaragua, Brezîlya û Ekvadorê, di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de nameyek ji Wezareta Dadê re şandin.
 
NAME JI 88 XELATGIRÊN NOBELÊ
 
Di 25'ê Tîrmehê de, xwediyên xelata Nobelê Jody Williams û Shirin Ebadi ku 88 xwediyên xelata Nobelê di warên cuda de temsîl dikin, nameyek nivîsandin û piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û daxwaza azadkirina wî kirin. Name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Nemirovane an Rûmetşikên a Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hat şandin.
 
SERLÊDANA 'MAFÊ HÊVÎYÊ'
 
Di 21'ê Tîrmehê de, Projeya Piştgiriya Dadgehên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Demokrasiyê ya Ewropayê û Parêzerên Mafên Mirovan ên Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. û Koma Hiqûqê ya Londonê (LLG) ji bo Koma Doza Gurban nêrîneke qanûnî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.
 
60 ÎMZE JI ARJANTÎNÊ
 
Di 21'ê Tebaxê de, 60 îmzeyên ku li Arjantînê di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" de ku ji hêla sendîkayên karker, partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan ve dihat piştgirîkirin, hatibûn berhevkirin, hewl hat dayîn ku radestî Konsolosxaneya Tirkiyeyê bikin, lê hatin redkirin.
 
KAMPANYAYA 'CIHEK JI BO OCALAN'
 
Di meha Îlonê de, komeke hunermendên bi serokatiya hunermend-nivîskarê Arjantînî Federico Racca li ser platforma medyaya sanak a Instagramê kampanyayeke medyaya sanal bi navê "Cihek ji bo Ocalan" dan destpêkirin.
 
Di 17'ê Îlonê de, Kurd li Bern û Bellinson, Swîsreyê daketin kolanan û xwestin ku "mafê hêviyê" ji Abdullah Ocalan re bê dayîn.
 
MEŞA KOLNÊ
 
Di 8'ê Mijdarê de, li Koln a Almanyayê meşek hat lidarxistin ku pankarteke mezin bi nivîsa "Bila tecrîd û îşkence bi dawî bibe, bêhiqûqîtî bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe" hat daliqandin. Bi deh hezaran kes ji deverên cuda yên Ewropayê li Qada Deutzer Werft kom bûn. Girse li ber Çemê Renê meşiya, posterê mezin ê Abdullah Ocalan hilgirt û doza azadiya wî ya fizîkî kir. Piştre kom vegeriya Qada Deutzer Werft û li wir beşdarî mîtîngê bû.
 
JI ENTERNASYONALA SOSYALÎST BANG JI BO KURDAN
 
Deklarasyona Civîna Sosyalîst a Enternasiyonal a Deryaya Navîn ku di 30'yê Mijdarê de li Maltayê hat lidarxistin, hat weşandin. Daxuyanî bi berfirehî li ser pirsgirêka Kurd sekinî û bang li dewletên ku Kurd lê dijîn kir ku çareseriyên siyasî yên muzakerekirî ji bo rêveberiya herêmî pêş bixin.
 
Çalakî li Ewropayê di çarçoveya kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd" de berdewam dike.
 
MA / Dîren Yûrtsever

Sernavên din

11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin