ÎZMÎR - Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê, banga beşdarbûna meşa ku ew ê li dijî zêdebûna bikaranîna tiryakê û fihûşê li Kadîfekaleyê li dar dibin, kir.
Platforma Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê ku di 15'ê Mijdarê de li Îzmîrê damezrandina xwe ragihand, xebatên xwe didomîne. Bi armanca hişyarkirina raya giştî li dijî tiryakê, platform dê di 28'ê Kanûnê de li Taxa Kadifekale ya Konakê ku bandorên polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê ne, meşekê li dijî tiryakê û fihûşê li dar bixe. Kadifekale ku bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn û bi piranî ji Kurdên ku di salên 1990'î de bi zorê ji Kurdistanê hatine derxistin, tê niştecîkirin, niha hedefa polîtîkayên şerê taybet e. Di encama van polîtîkayan de, tiryak li taxê zêde bûye ku bi rêya propagandayê ji hêla pergalê ve wekî herêmeke "xeternak" tê nîşandan. Ji bo bersivdayîna vê yekê, platform dê di 28'ê Kanûnê de saet di 14:00'an de li ber mala sersaxiyê ya Komeleya Kutlubey bicive û ber bi Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Beştepeler ve bimeşe û dû re daxuyaniyekê bide çapemeniyê bide.
Endamên platformê Sinan Sîga û Buşra Kaplanê der barê polîtîkaya şerê taybet de nirxandin kirin û banga beşdarbûna meşa ku ew ê li dar bixin kirin.
Sînan Sîga bal kişand ser ku asta ku tiryakîbûn gihştiyê û got ku tu malbatek ji tiryakê bêpar namîne. Siga diyar kir ku pergal ciwanan bi nîşandana tiryakê wekî hilbijartineke takekesî krîmînalîze dike û got: "Ew bi rêya ciwanan gelan jî krîmînalîze dike. Em dizanin ku ev ne rast e ku ev polîtîkayeke şerê taybet e. Her çend pergal îdîa dike ku li dijî tiryakê têdikoşe jî, di rastiyê de xwe vedişêre. Li Tirkiye û Kurdistanê li dijî gelên ku têdikoşin û hewl didin xwe bi cih bikin, di serî de gelê Kurd, polîtîkayeke şerê taybet heye. Ciwanên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ketine vê çiravê. Ev polîtîkayeke şerê taybet e ku li ser ciwanên me tê ferzkirin. Li ser vê bingehê, me li Îzmîrê platformek ava kiriye û ji bo protestokirina vê polîtîkayê meşekê li dar dixin. Ji bo vê sedemê, em her welatiyekî ku ji vê mijarê hesas e vedixwînin meşa roja Yekşemê."
'TIRYAKÊ DATÎNIN BER CIWANAN'
Sîga diyar kir ku pergal nebûna perspektîfên pêşerojê li ser ciwanan ferz dike û wan dixe nav şert û mercên jiyanê yên newekhev, wan ber bi tiryak û fihûşê ve dibe. Sîga destnîşan kir ku desthilat di têkoşîna xwe ya li dijî tiryakê de ne samîmî ye û got "Ew tam li cihê ku ciwan hewl didin xwe bicîh bikin, tiryakê datînin pêşiya ciwanan. Ciwan hêza dînamîk a têkoşîna gel e. Dema ku ev hêz tê şikandin, gel jî tê krîmînalîzekirin. Me Kadifekaleyê hilbijart ji ber ku pergal hewl dide ku wê bi tiryak, fihûş û diziyê ve girêbide. Em dixwazin ji cihê ku pergal polîtîkayên xwe yên şerê taybet dijwar dike dest pê bikin. Ji aliyê gel ve eleqeyeek mezin ji bo meşa me heye û em bawer dikin ku ew ê baş biçe."
Buşra Kaplanê jî diyar kir ku bi rêya tiryak û fihûşê polîtîkayeke mezin li dijî ciwan û jinan tê meşandin û got: "Ciwan, bêyî ku zayendiya wan çi be, li pereyên hêsan digerin. Yekem tiştê ku tê bîra mirov firotina tiryakê ye. Ev xaleke destpêkê ye û dû re jî bêkontrol dibe. Jin ji bo dîtina pereyan ber bi fihûşê ve tên hêlkirin. Ev hemû polîtîkayên şerê taybet in. Yek ji armancên avakirina platforma me ew e ku em ji bo ciwan û jinan cîh biafirînin, rê li ber wan bixin. Temenê bikaranîna tiryakê daketiye heta 9 saliyê. Ji ber vê yekê, divê em bi qasî ku pêkan be li ser dêûbavan bisekinin. Bi rêya van bernameyên perwerdehiyê, zarok dê girîngiya qezenckirina pereyan bi xebata dijwar, ne bi rêyên hêsan, fêm bikin. Em dibêjin civateke exlaqî û polîtîk û di civateke wisa de, divê tu celeb tiryak tune be. Niha, polîtîkayên şerê taybet bi qasî ku pêkan be li dijî ciwanan tên meşandin. Berjewendiyên wan ber bi deverên cuda ve tên veguhastin, hewl tê dayîn ku wan ji rastiyê dûr bixin. Di encamê de, ciwan dikarin ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr bikevin."
Buşra Kaplanê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dijwar ên ku niha li Kadifekaleyê tên meşandin û banga beşdariyê ji bo meşa ku dê li dar bixin kir.
MA / Ûgûrcan Boztaş
