Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
- jin
- 11:56 13/3/2022
Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan li Cizîrê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kiribû. Tevî vê yekê jî dadgehê 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li tacîzkar Ercan birî. Jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev nêzikatî “polîtîkaya şerê taybet a dewletê” ye û bi vî rengî jî tacîzkar û tecawizkar tên xelatkirin.
