Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
- jin
- 11:12 25/4/2021
Meclisa Jinan a HDP’ê, têkildarî Doza Kobanê ku sibê bê dîtin got ku wê neyên darizandin dê bidarêzînin û banga piştevaniyê li jinan kir.
Meclisa Jinan a HDP’ê, têkildarî Doza Kobanê ku sibê bê dîtin got ku wê neyên darizandin dê bidarêzînin û banga piştevaniyê li jinan kir.
Derûnnas Fahriye Cengîz, diyar kir ku zilamên nûnertiya desthilatdariyê dikin berpirsên tundiya li dijî jinê ne û got: “Medya jî vê rewşê kûrtir dike. Lê belê wê bi têkoşîneke topyekûm tundiya li dijî jinê ji holê rabe.”
Seroka Şaxa Hejmara 8’emîn a Karê-Giştî ya Îzmîrê Denîz Şahîn Gumuştekîn, diyar kir ku di nava salekê de îstîhdama jinan pir kêm bûye û wiha got: “Bêkariya jinan a di pêvajoya pandemiyê de zêde bû, tam jî li gorî daxwaza desthilatdariyê jin ji îstîhdamê hatin dûrxistin.”
Hevalên 11 jinên TJA’yî yên li Amedê hatibûn binçavkirin û girtin, wiha gotin: “Ger bedena me jinan bê dîlgirtin jî, wê têkoşîna me tu carî ne qede. Hevalên me di hûndir de, em ê jî li derve têkoşîna parastina mafê xwe her daîm dewam bikin.”
HDP û TJA’yê, ji bo bale bikişînin ser qirkirina jinan û Peymana Stenbolê pankart bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ve daliqandin.
Endamên Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kul i dijî tundiya li ser jinan hatiye avakirin diyar bûn.
M. A. yê li navçeya Mezîtlî dijî, dayika xwe M.Y. kuşt. Bersûc hat binçavkirin û girtin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku her ku diçe xizanî zêde dibe û herî zêde bandor li ser jinan dike û ew ê destûrê nedin feqîriya jinan.
Li navçeya Qaqizmanê hat zanîn ku Hanîfe Demîr a bi tundiya malbat û dergistiyê xwe re rûbirû maye bi awayek gumanbar mirî hatiye dîtin.
Li Esenlerê têkildarî kuştina Yildiz Gul, birayê wê K.B. hat binçavkirin. Hat zanîn ku K.B., li xwe mikûr hatiye û wî xwişka xwe kuştiye.
Polîsan pankarta ku HDP’ê ji bo balê bikişîne ser komkujiyên jinan bi avahiya xwe ve daliqandibû, rakir.
Li navçeya Esenlerê jina bi navê Yildiz Gul, di encama kêrkirinê de jiyana xwe ji dest da.
Rojnemvanên jin ên li Enqereyê dixebitin têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî axivîn û gotin: "Beriya her tiştî, di çapameniya kurd de rolek cuda ya jinan heye. Di çapemeniyek din de kameramanek jin tune ye."
HDP’iyan nehişt ku polis pankarta “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ku li avahiya HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê ve kiribûn daxînin. Li ser vê polisan ji HDP’iyan re got, ‘Ji vir daxînin li avahiya navçeyê bidin’.
Li gorî Bultena Şopandinê ya Xebitandinê ya TEPAV’ê, hejmara jinên dixebitin ên bisîgorte yên serê sala 2020’an ên ji sedî 31,3, di meha çileye de daketiye ji sedî 30,7'an.