Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
- jin
- 09:22 08/9/2023
Li serkan Ozgun ê li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Reşo qetil kirî 25 sal cezayê hefsê hatibû dayîn. Cezayê ku li Ozgun hatiye birin bi îdiaya “ji bo were zelalkirin bê ka hişê wî li ser wî ye yan na” ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate betalkirin. ATK’ê jî rapora nû amade kir û got ku ji hêla aqil ve tu pirsgirêkên Ozgun nînin.