Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
- rojane
- 22:04
Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriya biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ya xwe fesîxkirin û danîna çekê dikin.
Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriya biryara Kongreya 12’an a PKK’ê ya xwe fesîxkirin û danîna çekê dikin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKKê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyek siyasî û aştiyane li herêmê veke û got: "Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin."
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir ku îradeya ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye nîşandan gaveke dîrokî ye û got: ”Em bi biryar in ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî, bi erka xwe rabin.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bi biryara PKK'ê re erka dikeve ser milê her kesî ew e ku "guherîn û veguherîna demokratîk li Tirkiyeyê misoger bike, di vî warî de gavên lezgîn bên avêtin û di avakirina Komara Demokratîk de pêşve biçe."
Selahattîn Demîrtaş biryara PKK’ê nirxand û wiha got: “Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de dem hatiye ku em bi hev re û ji dil bixebitin."
Îhsan Elîaçik biryarên PKK'ê weke ‘dîrokî û wêrek’ bi nav kir got, "Divê dewlet ji bo statuya qanûnî gav biavêje." Yek jî jê damezrînerê AKP'ê Kemal Albayrak diyar kir ku divê mafên welatîbûnê yên her kesî werin parastin.
Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku divê her kes biryarên kongreyê yên PKK’ê baş binirxîne û got: “Divê em bi hev re bi yekdestî zorê bidin îktîdarê ku ji bo temînata hiqûqî ya pêvajoyê gavan biavêje.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Bangekî ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.”
Şaxa OHD'ê ya Rihayê diyar kir ku divê di mijara tehliyekirina girtiyên nexweş tenê ATK xwedî biryar nebe û xwest saziyên serbixwe beşdarî vê proseyê bibin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku biryara PKK’ê re divê pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin û wiha got: “Divê gavên qanûnî ku zemîna demokratîk ava dikin bên avêtin.”
Berdevkê YNK’ê Seddî Ehmed Pîre têkildarî biryarên kongreya PKK’ê axivî û got: “Gaveke erênî ye.”
Li Amedê bager rabû û bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan biryarên PKK’ê nirxand û got: “Divê Meclis bikeve dewrê. Erk û berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, qala Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir û got: “Tu destkeftî wisa bi hêsanî nehatin bidestxistin.”
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên PKK'ê d’xuyaniyek da û got ku rûpeleke dîrokî hatiye vekirin.