HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
- polîtîka
- 16:02 25/1/2022
Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da. HDP’ê diyar kir ku di dema êrişê de şervanên HSD’ê ji bo destwerdana li rewşê xwestin derbasî Hesekê bibin lê belê rastî êrişa SÎHA’yan hatin. HDP’ê ev yek weke ‘alîkariya hewayî ya bi DAIŞ’ê re’ pênase kir û xwest ku hêzên li pişt vê êrişê bên lêkolînkirin.