Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
- polîtîka
- 09:05 08/6/2021
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamû, geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê nirxandin û destnîşan kir ku li gorî daxuyaniyên tên dayîndi navbera Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymaneke firotina xaka Başûr hatiye îmzekirin û ev tişt got: "Ew deverên ku dar lê tên birîn bi riya peymanekî ku di navbera dewleta tirk û rayedarên başûr de çêbûye pêk tê."