Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
- analîz
- 09:04 07/2
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku bi komploya navneteweyî ya ku wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dike, armanc kontrolkirina Kurdan û Kurdistanê ye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku bi komploya navneteweyî ya ku wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dike, armanc kontrolkirina Kurdan û Kurdistanê ye.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan balê dikişîne ser komployên hêzên hegemonîst ku bi komploya Şêx Seîd ve destpêkiriye û diyar dike ku xeleka dawî ya şerê NATO’yî bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ve li hemberî wî pêk hatiye.
Komploya Navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan pêk hatibû operasyoneke herî mezin a dîrokî tê qebûlkirin û komplo ket sala 26’emîn. Ocalan hemû aliyên pêvajoya komployê di pirtûka ‘Doza Atînayê’ de vegot.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku sedema esasî ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn zîhniyete û tekane çareseriya vê jî pergaleke demokratîk e. Abdullah Ocalan, li dijî pirsgirêkan balê dikişîne ser paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk.
Hat zanîn ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’iyên di nava komên paramîlîter de hatine bicihkirin, di nava Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî de bi cih bike û ji bo HSD li herêmên cuda belav bike jî zextê li HTŞ’ê dike.
Operasyona HTŞ’ê piştî hevdîtina Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ya li Tirkiyeyê û agirbesta Îsraîl-Lubnanê hate kirin. Geşedanên dawî, şerê Sûriyeyê veguherand rojên destpêkê. Di vê rewşê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî namzeta diyarker disekine.
Di salvegera 8’emîn darbeya siyasî y 4’ê Mijdarê ku hevserok û parlamenterên DEM Partiyê hatin girtin de qeyûm tayînî ser sê şaredariyên DEM Partiyê hatin kirin.
Abdurrahman Ayhan ku di dema serdana Abdullah Ocalan a li Agiriyê de pê re rêwîtî kiribû, wiha got: “Bi axaftinên xwe re hêvî dida gel. Bandor li mirovan dikir û tê digehand. Tevî hemû lîstikên qirêjî jî paradîgmaya wî li Rojava aj da.”
Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin û got: “Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.”
Girtiyê 30 salî Fesîh Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya komployê de li girtîgehan ji bo Abdullah Ocalan çemberek ji agir hat çêkirin û got: “Niha dixwazin wî bidin jibîrkirin. Divê xebat û berxwedanek wisa were kirin ku vê yeke pûç bike.”
Salih Muslim pêvajoya komploya li dijî Abdullah Ocalan ê ku li Sûriyeyê ew nas kiriye mirxand û got ku tê xwestin ku Peymana Edeneyê ya ku di sala 1998'an de li dijî destkeftiyên kurdan hat îmzekirin, bê berfirehkirin.
Jinên Ereb, Êzidî û Tirkmen diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê bû û gotin: "Hêzên komploger ê ku dixwestin fikrê netewa demokratîk tune bikin têk çûn. Ev 25 sal in ku birêz Ocalan di nava çar diwaran de ye. Lêbelê fikrê wî gav bi gav belavî cîhanê dibe û komployê vala derdixe. Îlhamê tekoşîna me birêz Ocalane. Komplo bi ser neket hêviya netewa demokratîk mezin dibe."
Aktîvîsta KJAR'ê Kejal Şêxmohemdî da xuyakirin ku fikra "azadî" ya Abdullah Ocalan ê ku hat xwestin bi komploya navneteweyî bê "tunekirin" ji bo jinên rojhilatî bûye hêz û îlham.
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin, saleke xwe temam dike. Di çarçoveya daxwaza ku roj bi roj zêde dibe de wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku li hemberî hesabên li dijî Rojhilata Navîn weke “gef” dihat dîtin lewma hedef hatiye girtin û got: “Berxwedana gelê me komplo vala derxist. Armanca esasî tunekirina min bû. Ji bo vala derxînim min hewl da bijîm. Bingeha sekna min a li dijî mercên li Îmraliyê ev e.”