STENBOL - Rojnameger Yavuz Baydar diyar kir ku ji bo pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bikeve divê hinek gav bên avêtin û got: “Niha di pêvajoyê de gavên divê bên avêtin bi temamî divê dewlet biavêje.”
Rojnameger Yavuz Baydar têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê nirxand. Baydar, diyar kir ku pêvajoya heyî encama têkoşîna bi sala ye û aliyên bêmînak ên pirsgirêka Kurd hene. Baydar, destnîşan kir ku li cîhanê gelek pêvajoyên çareseriyê li cîhanê hatine jiyîn û got: “Arşîveke vê heye. Mînaka Îrlandayê, li Spanyayê mînaka ETA’yê, mînaka li Efrîqaya Başûr hene. Û mînakeke Srî Lankayê heye ku bi temamî xwe dispêre tunekirinê. Rejîm bi ser ket. Modela Putîn-Çeçenistanê heye. Ev jî ji bo bihêzkirina hêzên girêdayî Moskovê bû.”
Baydar, diyar kir ku zimanekî xweser ê dewletê heye û got: “Ya yekemîn; dema mirov ji hêla hiqûqî ve lê dinêre, pêvajoyake li ser mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin heye. Ya duyemîn, ya ku ev daye destpêkirin Bahçelî ye lê li hêla din gotina Erdogan a ‘An hûn dê bi gotina me bikin an em ê tişta pêwîst bikin’ heye ku kesên çareseriyê dixwazin hinek şaş kir heye. DMME’yê di sala 2014’an de ji bo Ocalan têkildarî mafê hêviyê biryarek da. Ev mafekî legal, qanûnî ye. Heman tişt ji bo dosyaya Ocalan ji Tirkiyeyê xwestin. Lê çi bû? Ev mafê qanûnî ji 1’ê Cotmehê ve veguherî zemîna bazariya siyasî. Di demeke ku girtiyek li benda başkirina mercên xwe yên girtîgehê bû ku mafê xwezayî ye, di carekê de bi rewşa ‘Em ê vê bikin lê tu jî dê bi gotina me bikî’ rû bi rû ma. Rewşeke ecêb heye. Zextek heye. Li hêla din, berevajî pratîkan em nizanin ka nexşerêyeke heye an na. Ji ber ku tiştekî zelal tune ye.”
CIVAKÎKIRINA PÊVAJOYÊ
Baydar, got ku AKP-MHP’ê ji bo civakîkirina aştiyê heta niha tu berpirsyartî li xwe negirtine û wiha domand: “Divê ji DEM Partiyê bêhtir bi roleke çalak rabin. Ji ber ku wan bang kir. Yên hêvî ava kirin ew in. DEM Partiyê çendek serdan kir lê AKP bêdeng e. Car bi car zimanekî tund bi kar tînin. Li gorî pêvajoya 2013-2015’an, cudahiyên mezin hene. Wê demê medyayeke piştgirî dida pêvajoya aştiyê, heta astekî serbixwe lê parçebûyî û hebû. Lê niha pir hatiye biçûkkirin. Ev jî qanehkirina civakê ya ji bo aştiyê zehmet dike. Li Tirkiyeyê pêleke neteweperestiyê heye. Şîrketên anketan nîşan didin ku kesên weke Umît Ozdag di nav civakan de bêhtir populer dibin. Li gorî saziya Îstanbul Researchê, ji sedî 64’ê digotin ‘haya me ji kongreya PKK’ê nîne.’ Ev yek nîşan dide ku haya civakê jê tune ye. Medya karê xwe nake. Stratejiyeke ragihandinê nîne.”
'DI SIYASETA NAVXWEYÎ DE DU BERÊN DIJÎ HEV HENE’
Baydar, got ku ji ber bandora faktorên navxweyî û derve pêvajo bilez pêş ketiye û ev nirxandin kir: “Ji cotmehê heta niha li di siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê de du berên dijî hev hene. Li rexekî tiştekî di bin navê pêvajoyê de hatiye destpêkirin û sorkirin ku CHP’ê hedef digire heye. Pirsa Tirkiye ber bi ku de diçe bêhtir tevlihev dike. Mebesta ji vê jî ew e ku bi qasî ji dest tê CHP’ê qels bikin û zelal bikin ku AKP di hilbijartinên 2027-2028’an de bi ser keve. Di bin navê reforma destûra bingehîn de jî gotineke nediyar heye. Aliyê Kurd jî ev mijar hêj ji berê xwe ve zelal nekiriye.”
'PÊVAJO LI GORÎ DAXWAZÊN ENQEREYÊ PÊŞ NAKEVE’
Bi domdarî Baydar bal kişand ser bandora pêvajoya derve û wiha axivî: “Mirov dikare bibêje pêvajoya paqijkirina dûvikên Îranê yên li Rojhilata Navîn ku ji 7’ê Cotmehê bi êrişa Hamasê dest pê kir, bi ser ket. Çûyîna Esad a bi arastekirina Tirkiyeyê ya Moskovê jî berdewamiya wê bû. Herêm jinûve tê dîzaynkirin. Fikarên Tirkiyeyê têkildarî çendek xetên enerjiyê hene. Ji ber ku ev xet ji bo bekaya aboriyê ya Tirkiyeyê jiyanî ne. Geşedanên li Rojhilatê Behra Spî li gorî daxwaza Tirkiyeyê pêk nayên. Di têkiliyên Iraqê de hinek potansiyel hene. Germbûna têkiliyên Îsraîl-Azerbaycanê, ji xeta Enqereyê xêz kiribû derdixîne. Enqere, tam nizane divê li wir çi were kirin. Li vir ya girîng, rola ku dê nifteya Kurd bilîze. Ji ber ku ji hêla Rojava ve avadaniyên sekûler ên Kurd, bêguman ya herî girîng jî HSD ye, pir girîng in. Ji bo wan pir girîng e ku HSD ji hêla rêveberiya Şamê ya nû ve neyên eciqandin û bûyereke nû ya Dewleta Îslamî dernekeve holê. Divê em Îranê jî bigirin vê çarçoveyê.”
'JI BO QANEHKIRINÊ PÊDIVÎ BI MERCÊN SIYASÎ HEYE’
Baydar, bal kişand ser “Peymana Lozanê” ku di biryarên kongreya PKK’ê de cih digire û gelek nîqaş li ser hatin kirin û wiha got: “Pir aşkeraye ku nîqaşên li ser têgeha Lozanê tên meşandin bi tendurist nînin û dê ber bi cihekî baş ve nebin. Heke ji sedî sê parên civakê du jê bibêjin ‘ez vê pêvajoyê rast nabînim’, wê demê ji bo rast bibînin divê tu hewl bidî. Dema di anketan de pirsa ‘mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê çi ye’ tê kirin, bi rêjeye zêde dibêjin aborî. Heta di aboriyê de sererastkirinên çênebin jî dê kesên naxwazin qaneh bibin qaneh nebin. Hinek kanalên medyaya muxalîf ku wekî partîzanan tevdigerin, li dijî pêvajoyê disekinin û zimanekî redkirinê bi kar tînin. Heke bixwazin rûpeleke paqij vekin, wê demê divê beşeke mezin a civakê ji hêla qanûnî û siyasî ve bê qanehkirin. Lê di halê hazir de ez vê nabînim.”
'GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN HEWCEYE DEWLET BIAVÊJE’
Baydar, gavên divê di vê pêvajoyê de bên avêtin jî wiha rêz kir: “Beriya her tiştekî mekanîzmaya daraz û edaletê ye. Ji bo girseya aliyekî bê qanehkirin û ji bo qanehkirina civakê, divê efûyeke giştî ya ne tenê xîtabî Kurdan dike lê xîtabî piraniya civakê dike were derxistin. Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê jinûve bê sererastkirin. Divê qanûnên nezelal ku her tim pirsgirêkan diafirîne û medyayê perîşe dikin, bi awayekî radîkal bên guherandin. Veguherîna demokratîk a radîkal, divê hemû aktorên siyasî bigire navxwe. Lê li holê tiştekî wiha nîne. Her wiha Kurd jî li benda vê ne. Ji bo partiyên li meclisê jî divê reform bên kirin. Nexwe li aliyekî nerm nêz bûn li aliyê din jî siyaseteke dijber nabe. Gavên divê niha bên avêtin tevekan jî divê dewlet biavêje.”
MA / Melîk Çelîk