RIHA - Sebahat Tuncel diyar kir ku ji hêla çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê ve serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye û got: "Ocalan, berpirsyartiya xwe bicih anî. Niha em mecbûr in barê wî bigirin ser milê xwe û civaka demokratîk ava bikin."
Di Newroza 1973’yan de li Bendava Çubukê ya Enqereyê bi civîna 6 kesan bingeha PKK’ê hate avêtin û di 27’ê Mijdara 1978’an de jî li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate damezirandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bangê li seranserî cîhanê deng veda. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Di danezana kongreyê de PKK’ê ragihand ku xwe fesix kiriye û hemû xebatên xwe bi dawî kiriye.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel têkildarî pirsgirêka Kurd, banga Abdullah Ocalan û biryarên dîrokî yên PKK’ê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
PKK ku di dîrokê de weke “Serhildana 29’emîn” cih girt, bi kongreya dawî re ragihand ku xebatên xwe bi dawî kiriye. Gelo di navbera PKK û pirsgirêka Kurd de têkiliyeke çawa heye?
Divê mirov sedemên pirsgirêka Kurd ji ber qewimî baş bizane. Birêz Ocalan, di bana xwe ya 27’ê Sibatê de bal kişand ser polîtîkayên îmha, înkar û pişaftinê û rola van a di derketina PKK’ê de anî ziman. Divê mirov pêvajoya derketina têkoşîna rizgariya neteweyî û dînamîka şoreşger a Nifşê 68’an bi hev re binirxîne. Em dizanin ku sedema derketina PKK’ê înkarkirina gelê Kurd bû. Kurd, yek ji gelên qedîm ên vê xakê ne. Mezintirîn sûcê mirovahiyê, înkarkirina hebûna gelekî ye. Ev, pirsgirêkeke cidî ye. Tunehesibandina gelekî bi hezaran sala e li ser vê xakê dijî, qedexekirina ziman, çand û nasnameya wan, pirsgirêka sereke ye. Sedemên rê li ber avabûna PKK’ê vekirîn jî girêdayî van in. Me her tim got ku PKK ne sedeme, encam e. Heke înkarkirina gelê Kurd tune bûya, dê me îro ev roj nejiyabûna.
Abdullah Ocalan her tim balê dikişîne ser “Tifaqa Kurd-Tirkan” a dîrokî û balê dikişîne ser 3 tifaqên stratejîk. Heke em li gorî geşedanên dawî binirxînin, gelo mirov dikare zemîna tifaqeke nû tê avakirin?
Birêz Ocalan, beriya destpêkirina vê pêvajoyê anku di parastinên xwe de jî gelek caran qala tifaqa Kurd-Tirkan dike. Dibêje ku pêşxistina tifaqeke nû ya Kurd û Tirkan dê bi gelan bide qezenckirin. Dema ji hêla dîrokî ve mirov lê dinêre; tifaqa ewil di sala 1071’ê de li Milazgirê derdikeve pêşiya me. Piştre jî di sala 1514’an de li Çaldiranê û di hevkêşeya di navbera Osmanî û Safewiyan de jî Kurd li cem Osmaniyan cih digirin. Tifaqa 3’yemîn jî di serdema damezirandina komarê de hatiye avakirin. Di hemû tifaqan de Tirk qezenc dikin. Şer û krîzên aborî yên li Rojhilata Navîn, kaosên netewe dewletan afirandin û modernîteya kapîtalîst derxistiye holê, careke din nîşanî me didin ku pêşxistina tifaqeke Kurd û Tirkan ferz e. Divê ev tifaq vêcarê hem bi Kurdan hem jî bi Tirkan bide qezenckirin û ev yek girîng e. Di her sê tifaqan de jî Kurd bi dilxwazî beşdar bûne. Tifaqa 4’an jî dê bandorê li pêşeroja Tirkiyeyê û Kurdan bike.
We bal kişand ser bandora Nifşê 68’an. Gelo PKK ji wê serdemê çawa bandor bû û di vê pêvajoyê de çi guherî?
Di salên 1970’î de li seranserî cîhanê tevgerên çep-sosyalîst pêş ketibûn. Serdemeke ku Nifşê 68’an derketî pêş bû. Serdemekî ku têkoşîna rizgariya neteweyî derketin pêş bû. Lewma jî ji hêla Kurdan ve ev mijar dibe rojeveke sereke. Koma ku li Bendava Çubukê ya Enqereyê hatî avakirin, di heman demê de îtîrazeke li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê bû. Têkiliyeke ku birêz Ocalan bi pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê pêşxistî hebû. Ji bo Mahîr Çayan dibêje ‘Heke Mahîr bijiya belkî me bi hev re hevrêtî bikira.’ Nêzikatiya Mahîr a li hemberî pirsgirêka Kurd girîng e. Dema Denîz diçûn ber sêdarê digotin ‘Bijî xwişk-bratiya gelên Kurd û Tirk.’ Jixwe nêzikatiya Îbrahîm Kaypakkaya ya li dijî mijarê tê zanîn.
Di sala 1984’an de cara ewil têkoşîna çekdarî pêş ket û tiştên piştre qewimîn, mohra xwe li 50 salên dawî ya Tirkiyeyê xist. Kurdan di vê pêvajoya dîrokî de tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Kurdayetiya dihat înkarkirin êdî xwe gihand asta ku hebûna xwe ava kirî. Her çend zexta li ser ziman û çanda Kurdî hêj berdewam jî bin, gelê Kurd li dijî van polîtîkayan li ber xwe da û xwe birêxistin dike. Di esasê xwe de her çend bi fermî nebe jî, înkar bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê xwe birêxistin kirin. Ev girîng e. Pêvajoya pêşiya me ji vî alî ve destpêkek e.
We bidawîkirina xebatên xwe ya PKK’ê weke “destpêkeke nû” pênas kir. Gelo sedemên rê li ber derketina PKK’ê vekirî ji holê rabûne?
Pirsgirêka azadî, wekhevî û demorkasiyê ya gelê Kurd hêj didome. Lewma jî ev destpêkeke, ne dawî ye.
Dibe ku PKK’ê biryara xwefesixkirinê dabe lê pirsgirêka azadî, wekhevî û demorkasiyê ya gelê Kurd hêj didome. Lewma jî ev ne dawî ye, destpêkeke nû ye. Li Rojhilata Navîn û cîhanê ji hêla civakî û aborî ve geşedanên nû diqewimin. Birêz Ocalan jî serdemê baş dibîne û dixwaze rêxistina xwe û dewletê jî li gorî vê veguherîne. Lewma jî ev destpêkeke, ne dawî ye. Pêvajoya ji vir û şûnde dê bi rêbazên cuda, ne bi çekê lê li ser zemîna siyaseta demokratîk were pêşxistin û di vê mijarê de îradeyek hatiye raberkirin. PKK’ê bersiv da vê banga birêz Ocalan. Rêxistina ku birêz Ocalan ava kiriye, dizane ka birêz Ocalan tiştekî çawa dixwaze. Beriya niha jî pêvajoyeke guherînê - bi ser neket - hatibû jiyîn. Niha berpirsyartiya me heye ku em vê pêvajoyê bi ser bixin û ji gelên Rojhilata Navîn re vebijêrkekê pêşkeş bikin.
Nemaze uslub û axaftinên hinek rayedarên hikûmetê tên rexnekirin. Ev axaftin bandoreke çawa li pêvajoyê dike?
Uslub mijareke girîng e. Hûn çawa tiştekî îfade dikin an jî awayê îfadekirina vê girîng e. Ev ne tenê amûreke ji bo diyalogê, di heman demê de têgîneke ku pêvajoyê çawa bi pêş ve bibe îfade dike. Ji bo vê jî Birêz Ocalan dibêje 'divê zimanê serdemê bibe zimanê aştiyê, divê her kes zimanê aştiyê bi kar bîne' Zimanekî neyînî pêvajoyê pêş naxe. Mixabin em gelekî hînî zimanê neyînî yê li Tirkiyeyê dibin. Li şûna zimanekî neyînî divê zimanekî hîn pozîtîftir were bikaranîn. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan ji bo dewletê jî derbasdar e. Ev ziman di avakirina serdema nû de mijareke girîng e. Dibe ku uslub hişkt be, lê divê tu ji bo tiştên tînî ziman baldar bî.
Usluba neyînî ya dewlet bi kar tîne mijareke girîng e. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya dijwar de lazim e her kes bala xwe bide ser ziman û usluba xwe. Divê bibe pêngaveke ji bo avakirina baweriyê. Di vê mijarê de pêwîste rayedarên dewletê zimanekî aştiyê bikar bînin û ji bo aştiyê gavên şênbertir bavêjin. Ew xwedî wê berpirsyariyê ne ku zemîna siyaseta demokratîk vekin. Di serî de ew li ser desthilatdariyê ne; pêwîste parlemento di çêkirina qanûn û destûra bingehîn de bikeve dewrê.
"Mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan jî di rojevê de ye. Lê belê dema ev mijar tê mezinkirin, hin kom bersiveke neyînî didin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî der barê "mafê hêviyê" de daxuyaniyên neyînî da. Ji bo "mafê hêviyê" divê kîjan gav bên avêtin?
"Mafê hêviyê" wezîfeyek li pêşiya dewletê ye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Tirkiye neçar e ku vê biryarê bi cih bîne. Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstiyek e.
"Mafê hêviyê" wezîfeyek li pêşiya dewletê ye. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heye. Tirkiye neçar e ku vê biryarê bi cih bîne. Nayê qebûlkirin ku partiyek bi qasî ku pêkan e azad be lê ya din jî ne azad e û tecrîd li ser tê kirin. Ger ku dê aştî pêk bê divê azadiya Birêz Ocalan bê mîsogerkirin. Tirkiye niha azadiya xwe bi azadiya Birêz Ocalan ve girê dide. Ev yek ji pêwîstiyên serketina pêvajoyê ye. Li şûna şert û mercan, eger aştiyeke rasteqîn a civakî hebe, yek ji şertan ew e ku gavên hiqûqî yên rê li ber azadiya girtiyên siyasî veke, ku Birêz Ocalan jî di nav de ye.
Divê siyaseta demokratîk, maf û azadî û mafê çalakî û rêxistinbûnê ji aliyê hiqûqî ve bê ewlekirin. 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' li dijî Kurdên li Tirkiyeyê tê bikaranîn. Di dema pêş de divê em van hemûyan nîqaş bikin û pêwîste her kes ji bo çareseriya hiqûqî û siyasî ya pirsgirêkê gavan biavêje. Hem şertên leşkerî û hem jî hiqûqî divê werin avakirin. Hûn nikarin ji aliyekî ve hevdîtinên aştiyê bikin û li aliyê din jî bêjin 'ev nabe'. Naxwe wê şert û mercên aştiyê nebin.
Ji aliyê civakîbûna hêz û aştiyê ve berpirsyariyên xwe hene. Berpirsyariyên gelê Kurd jî hene. Divê ev pêvajo pêş bikeve. Heta niha tevgera siyasî ya Kurd bi erka xwe rabûye. Birêz Ocalan bangek kir û PKK'ê bersiva vê yekê da û agirbest îlan kir. Di 12'ê Gulanê de jî fesîxkirina xwe îlan kir. Ji vê hêlê ve pêvajo li ser bicihanîna berpirsyariyên ku dikevin ser milê dewletê ye. Divê gelek gav bên avêtin, ji ziman heta uslub.
* Piştî bangawazî û biryarên kongreyê divê kîjan gavên şênber bên avêtin?
Ev pêvajo gelekî girîng e û divê vê carê neyê hebakirin. Pêwîstiya gelên Tirkiyeyê û me jinan bi aştiyê heye. Me ev yek di dema damezrandina 'Însiyatîfa Jinê ya Aştiyê ya Ji Bo Aştiyê pêwîst e' ava dikir de nîqaş kir. Aştî ne tenê pêkanîna aştiya Kurd-Tirkan e; hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê ku pirsgirêkên wan bi dewletê re hene divê di vê pêvajoyê de cih bigirin û ji bo bi rastî jî veguherin aştiyê bi berpirsyarî rabin Banga Birêz Ocalan bangeke gelekî girîng e. Bêdengkirina çekan û veguhastina meseleyê ji bo zemîneke hiqûqî û siyasî gelekî girîng e. Pirsgirêka civaka demokratîk jî pêvajoyeke ku em ê ava bikin e. Birêxistinkirina sîstema demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, civaka sosyalîst tiştekî ku berpirsyariya me ye. Ji ber vê yekê hemû qadên rêxistinbûyî; jin, ciwan, tevgerên kedê, sosyalîst û hemû komên ji sîstemê nerehet in, pêwîste di birêxistinkirina civaka demokratîk de cihê xwe bigirin. Ev qet ne hêsan e; pêvajoyeke têkoşînê ye.
Têkoşîn bi dawî nebûye; amûr û rêbazên têkoşînê diguherin. Birêz Ocalan berpirsyariyên xwe bicih aniye. Niha divê em jî barê wî hilgirin ser milê xwe.
Têkoşîn bi dawî nebûye; amûr û rêbazên têkoşînê diguherin. Yê ku pêvajoya pêş, li ser esasê rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi rêxistin bike em in. Divê her kes bi vê hişmendiyê tevbigere. Di dawiyê de civaka rêxistinkirî dikare pêşeroja xwe qezenc bike. Yên bê rêxistin nikarin bibin xwedî azadî û pêşeroj. Yên ku di dema birêxistinkirina sîstema xwe de dikarin civakî bibin, dikarin bi ser bikevin. Bi vê perspektîfê beriya her tiştî weke TJA erk dikeve ser milê me. Weke tevgera jinê me bi vê perspektîfê nîqaşên xwe meşandin û di avakirina civakeke nû de em ê berpirsyariyên xwe bicih bînin. Lazim e her kes vê weke wezîfeyekê bigire ser milê xwe. Birêz Ocalan berpirsyariyên xwe bicih aniye. Niha divê em jî barê wî hilgirin ser milê xwe û civaka demokratîk ava bikin.
MA / Emrullah Acar