ŞIRNEX - 34 kesên di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin, di sala 14’emîn a komkujiyê de li ser gorên xwe tên bîranîn.
Balafirên dewleta Tirk di 28’Ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê welatiyên sivîl bombebaran kir û 19 jê zarok bi giştî 34 welatî bi hovane qetil kir. Bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe yên li goristana gund tên bîranîn.
Li gel malbatên Roboskê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevserokên giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Yekitiya Baroyan, hevserokên Partiya Kedê (EMEP), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Malbatên tev li bîranînê bûn, wêneyên xizmên xwe hilgirtin.
Di bîranînê de axaftin tên kirin.
Berfirehiya nûçeyê tê...
