Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
- polîtîka
- 13:58 26/11/2023
Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di kongreya partiya xwe ya Şirnexê de axivî û wiha bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a têkildarî navê HEDEP’ê: “Heta ku ev ruhê berxwedêr û hêvî di gelê me de hebe, navê partiya çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome.”