MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
- polîtîka
- 11:00 09/11/2023
MYK’a HEDEP’ê ji ber biryara Dadgeha Bilind li Navenda Giştî ya HEDEP’ê civiya.
MYK’a HEDEP’ê ji ber biryara Dadgeha Bilind li Navenda Giştî ya HEDEP’ê civiya.
Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir de wezîr Yerlîkaya rexne kir û wiha got: “Roja hûn hatine ser peywirê heta niha we peywira qeyûman ji bo du mehan dirêj kir. Derdora we bi qeyûman tije bû.”
Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku gazên polîs di çalakî û bûyerên civakî de bi kar tînin xwediyê statûya çekên kîmyewî û bandorên kujer in û ji bo qedexekirina bikaranîna wan pêşnûme qanûnek da.
Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz diyar kir ku wan soza têkoşînê daye zarokên xwe û wiha got: “Em natirsin, em hene û heta ku bi ser dikevin jî dê her hebin.”
Endamê PM’a HEDEP’ê Lîvan Orman diyar kir ku hêza dînamîk a ku civakê li ser pêyan digire ciwan in û wiha got: “Civaka ku ciwanên xwe winda dike, tu carî nikare bi ser keve.”
Hevseroka Şaxa MED TUHAD-FED a Amedê Emîne Kaya got ku pergal ji girtiyên siyasî ditirse lewma nahêle tehliye bibin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di konferansa DBP’ê de axivî û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn aştiyê heq dikin û ji bo birêxistinkirina aştiyê ew ê sînoran derbas bikin.”
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di konferansa DBP’ê de axivî û got ku DBP koka têkoşîna wan e. Bakirhan, bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û wiha got: “Êriş, li dijî hebûna me tên kirin. Di vê serdemê de pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye.”
Aktîvîsta TJA’yê Safiye Akdag di konferansa DBP’ê de axivî. Akdag, bal kişand ser têkoşîna “jin, jiyan, azadî” û wiha got: “Ev felsefe, serhildana jinan e.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bo di sedsala duyemîn a komarê de pirsgirêk hêj kûrtir nebin, divê mafên hemû gelan di destûra bingehîn de bên mîsogerkirin û wiha got: “Ji Kurdistanê re azadî, ji bo Rojhilata Navîn demokrasî.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe û ji hbêla fîzîkî ve azad dibe dê berxwdana wan bidome.
Ozgur Ozel ku weke Serokê Giştî yê CHP’ê yê nû hate hilbijartin wiha got: “Ji bo ku em bi serkeftinê bikevin sedsala nû, ji sibê ve ez seferberiyê radigînim.”
Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku darbeya siyasî 7 sal in li dijî partiya wan û pêkhateyên wan didome û got: “Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ne mimkûn e ku Tirkiye jî demokratîk bibe.”
Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kirin.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan pirsên Xwebûnê bersivand û ji bo ziman ev bang li partiyên kurd kir: “Peywira pêşxistina ziman û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin, werin em stratejiyeke hevpar ava bikin.”